Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Li Tirkiyê Pirsgirêka Kurd Tuneye


Erdogan and Davutoglu
Erdogan and Davutoglu

Serokkomar û Serokwezirê Tirkiyê îro di gotarên xwe de îşareta rakirina destnedayina parlamenterên HDPê kirin. Herwiha jibo şaredariyên DBPê jî gotin pere ji wan re tê şandin pê xendekan dikolin bariqatan ava dikin. Divê yek bi yek hesabê mesrefên xwe bidin bê ka jibo çi xerc dikin."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jibo bûyerên li herêmê diqewimin got “ Derket holê ku tu peywendiya van bûyeran bi daxwazên gel re tuneye.

Dîsan Serokwezîr Ahmet Davutoglu rexne li berpirsên kurd yên HDP girtin û got "Şaredarîyên herêmê perê xizmeta gel jibo xendekan bikar tînin"

Ji alyê din de, Selahettîn Demmirtaş got "Em ji rakirina zirxa parlameniyê natirsin"

Hevserokê HDPê Demirtaş, dohî li Enqerê di daxuyaniyek de got “Berpirsê vê pêvajoyê serokkomare jiber ku wî got pêvajo di dolaba qerîsekê de ye.

Demirtaş got “ Em dibêjin xendek bi guftîgo û muzakere çareser dibe lê hikumet dibêje, tekane rê tekoşîna bi tanq û top û çek e. Serokkomar radibe dibêje me sê hezar terorist kuştin û peyama dewamiya xwîn rijandinê dide. Muzakereyê dan aliyek û tanq û topan derxistin meydanê. Hem serokwezîr hem serokkomar gel dixapînin. Ya ku rêya çareseriyê girtiye ne HDP ye, AKP bixwe ye. Kurd hê jî digel pêkvejiyanê ne.”

Hêjayi gotinê ye MHP jî got, dema teklîfa rakirina destnedayina parlamenterên HDPê bihê meclîsê ewê piştigiriya AKPê bikin dakû Parlamenterên HDP ji meclisê bên avêtin.

Serokomar pirsa Kurd li Tirkiyê Tuneye
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:11 0:00

XS
SM
MD
LG