Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Gotûbêjên Ser Penaberan Tundtir Dibin


Dîmeneke ji nexweşxaneya penaberan ,Enqere,Tirkîye
Dîmeneke ji nexweşxaneya penaberan ,Enqere,Tirkîye

Li Tirkîyê di derbarê hejmara giştî ya pênaberan her çiqas statîstîkên vebir tunebin jî, sazîyên penaberan yên fermî û sivîl hin hejmaran dîyar dikin.

Seroktîya Rêvebirîya Koçê ya Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku di destpêka Hezîrana 2022'an de hejmara giştî ya penaberên ji Sûrîyê 3 milyon û 763 hezar û 652 kes e.

Rêvebirîya Koçê ya Tirkîyê da zanîn ku ev penaberên Sûrî ji sedî 98.7 li bajaran û ji sedî 1.4 jî li kampan dijîn.

Li gor Rêvebirîya Koçê penaberên Sûrîyê herî zêde li van bajaran dijin; Enqere, Antalya, Aydin, Bursa, Çanakkale, Duzce, Edîrne, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Kirklareli, Kocaelî, Mugla, Sakarya, Tekîrdag, Yalova û li bajarên din yên Tirkîyê.

Lê, 800 taxên van bajaran niha ji tevahîya penaberan re hatine girtin.

Ji alîyê din ve Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê di 11'ê Cotmeha 2021'an de ragihand ku wan awayekî nû ya teknolojîk ya bi navê 'Sîstema Rêçtilîya Bîyometrîk ya Netewî' bi sîstema tomarkirina koçberîyê re hatiye yek kirin.

Wezaretê eşkere kir ku pêzanînên 5.5 mîlyon bîyanîyên ku piranîya wan penaberên Sûrî yên li Tirkîyê ne, di vê sîstema bîyonîk te hatiye tomar kirin.

Tê gotin ku ev sîstema heta niha li 7 welatan hatiye bikar anîn.

Bi vî awayî kesên ku bi rêyên derqanûnî dikevin nava Tirkîyê û yên ku wê werin der sînorkirin, têne tespît kirin û şopandin.

Wezareta Tirk dibêje ku Sîstema Rêçtilîyê jibo tevahîya kesên bîyanî û penaberan tê xebitandin, lê li gor pezanînên wê bixwe heya niha sîstem bêtir bo penaberên Sûrî hatiye şixûlandin.

Li gor Rêvebirîya Koçê, ji destpêka 2022’an heta dawîyaGulanê, di derheqê 610 hezar û 158 kesî de kiryar û lêpirsînên sîstema rêçtilîyê hatiye kirin lê, ji wan 126 hezar û 36 tomarên nû ne.

Wezaretên Navxweyî û Derve yên Tirkîyê de jî di vî warî de hevkarîyê dikin.

Her dû wezaret jî daneyên ku ser penaberên Sûrî û Afqanî bi dest dixin demûdest bi Seroktîya Rêvebirîya Koçê re parve dikin.

Rêvebirîya Koçê jî li heremên sînorî bi awayekî onlaynî û offlaynî yên ku di sînoran re bi girseyî derbaz bibin, wan pêzanînan tomar dikin.

Tevî ku karbidestên fermî yên Tirk dibêjin ku bêtirî 5 mîlyon penaber di Sîstema Rêçtilî ya Bîyometrîk ya Netewî de hatine tomar kirin jî, li gor sazîyên sivîl û hejmarên ne fermî pirtir ji 10 mîlyon pênaber li Tirkîyê dijîn.

Hejmarên cuda yên penaberan di navbera desthilatdarî û opozîsyona Tirkîyê de dibe sedama alozî û nîqaşan û hin partî rasterast li dijî pênaberan bertekên nîjadî didin û balkêş e ku rêjeya dengê wan partîyan bilindtir dibe.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Li Tirkîyê Hejmara Penaberan ya Ne Dîyar Dibe Sedama Nîqaşan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00
XS
SM
MD
LG