Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Tirkîyê û Bandora Çaresernekirina Pirsgirêka Kurd


Dîrektorê Navenda Lêkolîna Kurd Reha Ruhavîoglu ji Dengê Amarîkayê re ragihand ku li Tirkîyê heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe wê rewşa Tirkîyê jî rast nebe.

Ruhavîoglu dîyar dike ku heke ev pirsgirêk neyê çareser kirin, pirsgirêkên wê Tirkîyê mezintir bibin:

“Em di lêkolînên xwe de li ser gelek mijarî disekinin. Gel êdî rengê dengê xwe bi şiklekê dîyar dikin. Li gor lêkolînên me, % 80 dixwazin ku jibo aştîyeke mayînde proseseke nû destpê bike. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, li Tirkîyê ne pêkan e ku pirsgirêkên din jî çaraser bibin.”

Ruhavîoglu pirsgirêkên Tirkîyê di nav çar xalan de pêşkêş dike: pirsgirêka aborîyê, bilindbûna enflasyonê, têkçûna hiqûqê û pelixîna demokrasîyê.

Lê, Ruhavîoglu di bingeha tavahîya van pirsgirêkan a de jî pirsgirêka Kurd dîyar dike:

“Li gor lêkolînên me li Tirkîyê kîjan pirsgirêk dibe bila bibe di bingeha hemûyan de pirsgirêka Kurd cî digire. Di çaresekirina ewlekarîyê de bes 300 mîlyar dolar li ser pirsgirêka Kurd hatiye xerc kirin. Heke aborîya Tirkîyê niha di vê rewşê de ye, sedema vê jî pirsgirêka Kurd e.”

Ruhavîoglu bi bîr dixe ku Tirkîye êdî kete atmosfera hilbijartinê û HDP jibo Tifaqa Gel û Tifaqa Mîlet partîya herî stratejîk e.

“Mêza Şeşqolî dengê HDP’ê dixwaze lê nêzîkî HDP’ê nabe. Meral Akşener rasterast dijî wê derdikeve. Lê, di nav HDP û AKP’ê her çiqas gotûbêjên tund jî bibin temaşe bikin AKP’ê serdana HDP’ê kir. Dikarim bêjim ku êdî gelê Tirkîyê girjîyê naxwaze, çareserîyê dixwaze.”

Hin pispor bawer dikin ku pêvajoya çareserîyê li Tirkîyê wek hêvîyeke demokratîkbûnê dîyar bûbû.

Hevserokê Giştî yê Komela Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî dîyar dike ku li pêşîya Tirkîyê pêvajoya çareserîyê şansekî mezin bû, lê ew jî ji dest fitilî.

Turkdogan dibêje ku di vî warî de pêvajoyeke din neyê rojevê pirsgirêkên Tirkîyê wê aloztir bin.

“Di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de îro em dibînin ku zimanê çareserîyê hatiye rakirin, zimanê ku hişkîyan mezin dike derketîye pêş. Lê, di dema pêvajoya çareserîyê Tirkîye ber bi başîyê ve diçû. Mixabîn îro Tirkîye nikare pêşîya xwe bibîne. Heke jibo çareserkirina vê pirsgirêkê pêvoyeke nû neyê, rewş wê hîn xirabtir be.”

ED_10_01_2023_Ruhavioglu_Turkdogan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG