Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parîstarên li Tirkîyê ji Mercên Dijwar yên Xebatê Gazîncan Dikin


Paristarên li Tirkîyê vaksîna COVID li xwe didin (Arşîv)
Paristarên li Tirkîyê vaksîna COVID li xwe didin (Arşîv)

Rewşa xirab ya aborîya Tirkîyê bandora xwe li ser he kesî dike û taybetî xebatkarên saxlemîyê jî ji vê rewşê gazincan dikin.

Seroka Komela Paristaran ya Tirkîyê, Prof. Dr. Elîf Gursoy hikûmeta Tirkîyê rexne dike ku rewşa dijwar ya paristaran (hemşîre/sîstir) nabîne.

“Heta niha desthilatîyê li ser me sîyaset meşand, lê ti pirsgirêkê me çareser nekir, lê ji vî şûndatir emê hêza xwe dîyar bikin û dengê xwe bilind bikin”

Li gor daneyên Wezareta Saxlemîya Tirkîyê ser 700 hezarî xebatkarên tendurîstîyê hene ku ji wan 154 hezar û 680 paristar in.

Jiber rewşa xirab ya aborîya Tirkîyê mûçeyên paristaran jî kêm e û di dema pardemîyê de rîska herî mezin jî li ser paristaran bû.

Komela Paristaran ya Tirkîyê jiber mafên xwe yê aborî û şexsî di rojên borî de li Enqerê çalakîyeke girseyî li dar xistibû.

Prof. Elîf Gursoy
Prof. Elîf Gursoy

Prof. Gursoy ji Dengê Amerîka re got ku ew bi salan e ku li nexweşxane, klînîk, akademîyan pirsgirêkên xwe tînîn ziman, lê heta niha jî ji alîyê desthilatîyê ve nehatine çareser kirin.

Gursoy gava di nav hemû karmendan de li ser rewşa paristaran disekine dibêje ku mûçêyên ku paristar digirin têra wan nake.

“Li Tirkîyê têra xwe paristar tunene. Jiber wê jî karê ku dikeve ser milên paristaryan zêde ye. Lê li vir pirsgirêka herî mezin ew e ku ti kes mafê keda xwe nagirin. Îro mûçeyên paristaran 10 hezar lira ye. Di nav vê bihabûnê de wê çi qîm bike. Heke wiha biçe emê nikaribin karê xwe jî bikin.”

Li gor daneyên wezaretê li Tirkîyê ji 1.000 kesan re nêzîkî 3 paristar dikeve, lê Rêxistina Pêşvebirinê û Hevkarîya Aborîyê (OECD) bal dikşîne ku pêdivî ye ji 1.000 kesan re nêzî 9 paristar hebin.

“Li Tirkîyê hejmarên paristaryan gelek kêm e. Di destpêka pandemîyê de me ev yek baştir dît. Mixabîn desthilata sîyasî wê pirsgirêkê çareser nake, jiber wê jî karê paristaryan girantir dibe. Heta niha li ser me biryar girtin û çareserîyek çênekirin, êdî em jî li vîr dibêjin ku heta çareserî were emê dengê xwe bilind bikin.”

ED_09_11_2022_Partistar_Bertêk
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00
XS
SM
MD
LG