Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan li Enqerê Dijî Bernivîsa Qanûna Sansûrê Meşîyan


Endam û rêvebirên rêxistinên rojnamevanan li Enqerê taxa Ulusê li ber abîdeya Ataturk civîyan û li Meclîsê ser pêşnîyara qanûnê ya bi navê “Rêkûpêkirina Medyaya Civakî” protesto kirin.

Pêşnîyara guhertina qanûna çapemenîyê hefta borî ji Komîsyona Dadê ya Meclîsa Tirkîyê derbaz bûbû.

Bi vê qanûna çapemenîyê hikûmetê dixwast ku çapemenî, medya civakî û di nûçegihanîya înternetê de birêkûpêkirineke nû bîne û di warê çepemenîyê de guhrînê çêke.

Di nav gel de ev qanûna çapemenîyê wek “sansûrkirina medyayê” hate bi nav kirin.

Dema ev qanûn di 22ê Hezîranê de hate meclîsê, rêxistin û sendîkayên medyayê li hemberî vê pêşnîyara qanûnê derketin kolanan û jibo ku desthilatî di vî warî de paşde gav bavêje bertêk nîşan dan.

Konseya Çapemenîyê, Komela Rojnamevanên Hemdem, DÎSK Basin-Îş û nûnerên rêxistinên rojnamevanî piştgirî da vê çalakîyê.

Serokê Cemîyeta Rojnamevana Nazmî Bîlgîn li ser navên rêxistinên rojnamevana daxûyanîyeke hevpar xwend.

“Ev zagon dijî mafên mirovan e. Dijî azadîya ragihandinê û çapemenîyê û dijî qanûna bingehîn e. Ev yek tenê azadîya rojnamevanan asteng nake, azadîya hemû civakê binpê dike.”

Bîlgin li ser naveroka vê pîşnîyarê jî sekinî û got ku di vê zagonê de tê gotin ku her kî pêzanîneke xelet biweşîne wê 3 sal ceza bigire.

Turgut Dedeoglu
Turgut Dedeoglu

“Ev tê çi wateyê? Li vê derê desthilatî raste rast dixwaze ku hemû civakê ji nivîsînê, ji rexnekirinê, ji dabeşkirina peyama medya civakî dûr bixe. Ev yek jî wê yekser otosansureke pêk werîne. Jiber vê jî ev ne tenê pirsgirêka rojnamevanan e.”

Rojnamevan jî vê zagonê wek dijî azadîya medyayê dibînin. Rojnamevan Turgut Dedeoglu ji Dengê Amerîka re got ku hikûmet dixwaze ti kes neaxife, nebîne û nezanibe.

“Karê me rojnamevanan ew e ku tiştê ku diqewime em bigîhînin gel, lê ev desthilatî dibê negîhînin. Em dijî qanûnên wiha ne û heta dawîyê jî emê dij derkevin.”

Sedat Bozkurt
Sedat Bozkurt

Rojnamevan Sedat Bozkurt jî li ser girîngîya azadîya çapemenîyê rawestîya û got ku hikpmet dixwaze pêşî li agahdarîyan bigire.

“Desthilatdar heta ji wan tê astengîyan li hember medyakaran çêdikin. Ev dijî mafên mirovan e û mafê nûçe girtina gel jî asteng dike. Heke ev bernivîs bibe zagon, wê gavê em nikarin li vî welatê behsa demokrasî û azadîya mafan bikin.”

ED_23_06_2022_Çalakî_Rojnamevan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00
XS
SM
MD
LG