Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê Dixwaze Pêşîya Komeleyan Bigire?


Li Tirkîyê hemû agahîyên derheqa endamên komeleyan êdî bi qiştî di destê Wezerata Hindurîn ya Tirkîyê de be.

Ev pêzanîn dîyarkirina nasnamê û jimareyên hemwelatîbûnê, kar, asta xwendina endaman, dema destpêbûn û dawîbûna endamtî ne.

Wezareta Hindurîn bi awayekî lez ji 114 hezar û 218 komeleyên tomarkirî xwest ku çi agahîyên li ser 11 mîlyon endamên wan hebin, ji wê re werin ragihandin.

Parêzvan Cemal Demîr, wê biryara dewletê rexne dike û dibêje ku kiryarên rewşa awarte berdewam dikin.

“Parastina pêzanînên şexsî mafekî mirovî ye, lê em dibînin ku Wezareta Hindur dixwaze wan mafana kontrol bike. Cîhê vê daxwazê ne di qanûnên Tirkîyê de heye, ne jî di qanûnên navnetewî de.”

Demîr dibêje bi nêrîna wî Dadgeha Qanûna Bîngehîn dê wê biryarê paş de vegerîne.

ED_10_30_2018_Komele
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG