Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xebatkarên Saxlemîyê di 23 Mijdarê de ji Stenbolê Ber bi Enqerê Dimeşin


Seroka Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci dibêje ku xebatkarên saxlemîyê di rewşeke xirab de kar dikin û ev yek jî jîyana wan dixe nav xetereyê.

“Jibo ku balê bikşînin ser vê mijarê, emê di 23 Mijdarê de li Stenbolê dest bi Meşa Sipî bikin û 27 Mijdarê de jî li Enqerê dawî bikin.”

Li Tirkîyê nêzîkî 500 xebatkarên saxlemîyê ji nexweşîya COVID-19 jîyana xwe ji dest dane. TTB di rapora xwe de dîyar dike ku 36 ji sedê kesên ku ji COVID-19 mirine bijîşk, % 13,2 dermansaz, % 6 hemşîre û ebe ne.

Seroka TTB’ê Fincanci radigîhîne ku li Tirkîyê heta niha ji nexweşîya COVID-19 ser 200 hezar kes jîyanên xwe hinda kirine.

“Tendirustî wek qadeke qezencê tê dîtin. Di dema pandemîyê de careke din eşkere bû ku tendirustî ne qadeke qezencê ye. Pirtir ji 200 hezar mirovên me ji pandemîyê jîyanên xwe hinda kirine. Her hefte 1500 kes ji COVID-19 dimirin. Ev yek jî barê ser milê karmendên saxlemîyê baş nîşan dide. Ew bi saetan, bê navber dixebitin, nobetê digirin û pir caran bênha xwe venadin.”

Fincanci bi berdewamî got ewê jiber rewşa xirab ya kar, dest bi çalakîyan bikin.

“Em dixwazin bi Wezîrê Saxlemîyê re vê pirsgirêkê gotûbêj bikin, lê wî randevu neda me. Me jî biryara hin çalakîyan girt. Emê di 23 Mijdarê de li Stenbolê dest bi Meşa Sipî bikin û li Kocaelî, Bursa û Eskîşehîrê derbaz bin û 27 Mijdarê de jî emê warin Enqerê li pêşîya navenda TTB çalakîyê li dar bixin.”

Li gor raporan li Tirkîyê nêzîkî 1 mîyon û 100 hezar karkerên saxlemîyê hene ku di nava wan de bi tevahî 174.187 doktor hene.

ED_15_11_2021_Sebnem_Korur_Fincanci
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG