Desteya Statîstîka Tirkîyê (TUÎK) enflasyona Tirkiyê eşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê enflasyona salane rêjeya wê ji sedan 69,97 û ya mehane jê, ji sedan 7,25’an bûye.
TUÎK her mehê rêjeyên enflasyona mehên borî jî eşkere dike. Li gorî vê jî di meha Nîsanê de enflasyona bingehîn derketîye sedan 52,37’an.
Dîsa di bihayên hemû berheman de bildbûn çêbûye. Li gorî daneyên TUÎK’ê di endeksa bihayên hilberîneran de li gorî sala borî û di heman demê de %121,82 zêdebûye. Di zêdebûna mehan de jî bûye %7,67.
Daneyên TUÎK’ê daneyên resmî yên Tirkiyê ne. Lê Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) van hejmarê TUÎK’ê kêm dîyar dike. Li gorî Grûpa Lêkolîna Enflasyonê enflasyona mehane %8,68, û ya salane jî %156,86 zêdebûye.
Ev cûdatîya navbera Sazîya Statîstîka Tirkiyê û Gruba Lêkolîna Enflasyonê li Tirkiyê dibe sedama gengeşîyan jî.
Desthilatî li ber van cûdatîyan dema bangî gel dike dibêje bila her kes statîstîkên resmî mînak bigre yên din wek çewt nîşan dide.
Lê opozîsyona Tirkiyê jî raste rast desthilatîyê bi tundî rexne dike û radigînîne ku desthilatî rasteqîna enflasyona Tirkiyê ji gel vedişêre.
Serokê Giştî yê Partîya DEVA Alî Babacan, ku di demên berê de Wezîrê Aborîya Tirkîyê bû, ew jî amaje dike ku TUÎK reqemên ne rast diweşîne.
Babacan him statîstîkên Sazîya Statîstîka Tirkiyê û him jî yên Grûpa Lêkolîna Enflasyonê dide ber hem û hejmarên ku TUÎK’ê weşandîya rast nabîne. Babacan vê yekê wiha şîrove dike:
“Êdî hêza kirîna hemû mirovan li Tirkiyê xilas bûye û em di hilweşînekê de dijîn. Li gorî lêkolînên serbixwe rêjeya enflasyonê ya salane %156, li gorî TUÎK’ê %70 bilind bûye. Li Tirkiyê her tişt li gorî daxwazên desthilatîyê tê dîyarkirin.” Babacan got.