Serokwezîrê Tîrkîyê Recep Tayyip Erdogan soz da ku xwe bigehînite aliyêt hevrik piştî encamêt hilbijartinêt roja Yêkşembî diyar bûn ku partîya wî piranî di parlemanî de wergirtî ye.
Belê Partîya Dad û Pêşvebirinê ya desthilatdar du sêkîya denga wernegirtin ku di pêdivî ne da bişêt destûrî biguherît.
Rêzdar Erdogan got encamêt dengdanê we diyar dikin ku pêdivî bi hevkarîyekê heye ji bo guhertina destûrî.
Serokwezîrî soz daye ku qanûna bingehîn biguhrît ku ewey sela 1982 hatiye nivîsîn demê Tirkîye li jêr desthilata leşkerî bû.
Ji 550 kursiyêt perlemanî partîya desthilatdar 326 kursî wergirtin. Partiya hevrika serekî Partiya Komarî ya Gel 135 kursî standin, û partiya sêyê bi Partiya Tevgera Niştîmanî 53 kursî wergirtin.
Piştevanêt birêz Erdogan dibêjin destorê nû dê mafêt kêmaniyan parêzît, wek Kurdan.