Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamên Hilbijartinan û Peyamên Serokên Partiyan


Hilbijaritnên Tirkiyê
Hilbijaritnên Tirkiyê

Roja yekşemê,1ê Mijdarê hilbijartinên giştî li Tirkyê jinûve hatin lidarxistin. Encam jibo hemî partiyan surpriz bû.

Di encama hibijartinê de Partiya Dad û geşepêdanê AKP dengên xwe ji sedî 40,9 bilind kir û bû ji sedî 49,41.

Bi vê encamê AKP bû xwediyê 316 kursîyên Parleman û dikare biserê xwe hikûmetê ava bike, lê di 7ê Heziarnê de kursiyên AKPê 258 bûn nikarî bu bi serê xwe bibe partiya desthilatdar.

Partiya Gel ya Komarî CHP jî ev car %25,38 dengan girt bû xwediyê 134 kursîyan.

Dengên Partiya Demokratîk ya Gelan ev car kêm bû û ji %13,11 daket 10,71, ji 80 endaman hejmara kursiyên wê ji 80 kursiyan daket 59 kursîyan.

Dengê Partiya Tevgera Netewperwer MHP li seranserê Tirkiyê ket û ji %16,3 daket %11,93, hejmara parlementerên MHPê ji 80 kursêyan daket 41 kursî.

Din nav pênc mehan de AKP neh %9 dengên xwe zêdekirin. Ne AKP ne jî tu partî ne li benda vê encamê bûn.

Serokwezîr Davutuglu
Serokwezîr Davutuglu

Davuoglu:“Tirkiya kevin bê veger heft tebeqan jêrerd bû.”

Serokê AKPê û serokwezîr Ahmet Davutoglu li navenda partiya xwe axftinek kir. Wî got”We lîstikê ser welêt dît û xera kir. Bi dengê xwe we got heta qiyametê em liv ir in.

Di 7ê Heziranê de em bûn armanca hin komployan. Hinek alî jibo armancên xwe yê xerab ketin hewildanê. Armanca Ak Partiyê Tirkiyê bi îstiqrar û bihêztir bike. Miletê me jibo pirsgirêkê xwe çareserî xwest û vê yeke nîşanê hemî cîhane da.”

Wî got zimanê dijber û şîdetêwê nemîne, pêşketina welat wê bidome. Di vê hilbijartinê de çi kes têk neçû ya ku biser ket Tirkiye ye.

“ Bila çi kes nefikire ku emê ji destkeftiyên demokratik yên 13 salan paşde gav pavêjin. Em teminata hemî nasnemeyên Tirkiyê ne. Herwiha em berpirsiyar in ji mal û can û azadiya ramanê ya hemî gelê xwe. 1ê Mijdarê erêkirina Tirkiyeya nû bû. Tirkiyeya kevin bê veger heft tebeqan ket jêrerdê. Tirkiyeya nû wê bi rêberiya birêz serokomar carek nû were ava kirin. Siyaseta blok û teror û ya ku ji her tiştî re digot na serî li ber siyaseta me danî.”

Kemal Kilicdaroglu
Kemal Kilicdaroglu

Kiliçdaroglu: “Teror kir ku ewlehiya mal û can ket pêşiya her tiştî”

Serokê CHPê Kemal Kilçidaroglu jî got di pir şertên awarte de li Tirkiyê hilbijartin çêbûn. Ji 400î zêdetir mirov hatin kuştin. Teror kir ku ewlehiya mal û can ket pêşiya her tiştî. Berpirisyariya me zêdetir bû. Em rêz nîşanê encmê didin.

Demirtaş: “Me hewil da ku em ciwanê xwe li hember qetliaman biparêzin”

Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag piştî encaman daxuyaniyek dan.

Hevserokê HDP Selattîn Demirtaş
Hevserokê HDP Selattîn Demirtaş

Selahattin Demirtaş got hilbijartinek azad çêneb, di nav qiyametê de me nêzî sedî 11 deng send. Me hewil da ku em ciwanê xwe li hember qetliaman biparêzin. Jibo hemî pirsgirêkên Tirkiyê emê hewild bidin.

Jibo tespît kirina kêmasiyên xwe emê bicivin. Bila çi kes bê hêvî nebe. Emê li ser hemî encamên sindoqan yek bi yek bisekinin. Li hember me siyaseteka ku xwe ji politikayên qetliaman ava dike heye û Em dê li dijî van politikayan di politikaya xwe ya aşitiyê de bi îsrar bin.

Yuksekdag: “Şertên hilbijartinêjibo hemî partiyan ne wek hev bû”

hevserokên HDP Figen Yüksekdağ û Selahattin Demirtaş
hevserokên HDP Figen Yüksekdağ û Selahattin Demirtaş

Figen Yuksekdağ got di nav şertên dijwar de em ketin hilbijartinê. Şertên hilbijartinêjibo hemî partiyan ne wek hev bûn. Pêşbaziyek bê edalet hebû,

li gorî encamên Heziranê ev car partiya me paşket. Emê li ser vê yekê nîqaşan bikin û xwe rexne bikin. Em partiya sêyemîn in û navenda opozisyona demokratîk in.

Bahçeli:“Her dengek ku dan AKPê rê li felaketan vedike”

Devlet Bahçeli
Devlet Bahçeli

Serokê MHPê Develt Bahçelî jî got "her dengek ku dan AKPê rê li felaketan vedike". Jibo Bahçelî hat gotin ku ewê dest ji serokatiyê berdê lê wî got ew dest ji kar bernade. Devlet Bahçelî weha dewam kir “AKP ji hikumeta hevalbend ditirsiya, gelê me rê dayê jibo carek din bibe desthilat,wî got AKP dinav gel de tirs çêkir û bi gef şer û kuştinê îradeya gel çeporast kir. Her rokên k udi bin desthilatiya AKPê de wê felaketên mezin bînin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan “ Peyama herî girîng ya hilbijartinê ji rêxistina terorê ye”

“Bê şik peyama herî girîng ya hilbijartinê ji rêxistina terorê û yên derdorê wê re ye. Gelê me bersivê da terorê ku xwestin welatê me têxin nav tarîtîyek. Gelê me nişan da ku ew ne li rex gef û xwînrijandinê u kuşitnê ne. Ew li rex pêkvejiyan û yekitîyê welat îrada xwe nişan dan. Ez bawer dikim ku wê rêz bigirin liv ê encamê.”

Guhdariya faila deng bike

Serokên partiyan ji bo hilbijartina çi gotin
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:05 0:00

XS
SM
MD
LG