Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Umît Dede Behsa Doza Girtina HDPê Dike


Omit Dede
Omit Dede

Li Tirkiyê zagona bingehîn mutaleya ku ji alîyê serdozgerîya komara dadgeha bilind ve hatîye nivîsîn, ku 41 rûpelî pêk hatîye, ji HDP’ê re şîyand.

Li ser vî jî Alîkarê hevserokê giştî û berpirsê Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê yê HDP’ê Umît Dede li Navenda Giştî ya HDP’ê de pereskonferansek durist kir û got, “Ev doz tevahî sîyasîye. Li vê derê dixwazim Erdogan û AKP’ê hişyar bikim. Piranîya tewanbarkirinê doza girtina HDP’ê yên dema pêvajoya çareserîyê ye. Heke HDP’ê bigrin eva jî tê wateya di bin AKP’ê ve raxistina dînamîtê ye.”

Doznameya ku di derheqê girtina HDP’ê de hatîye amadekirin ji 800 rûpelî pêk tê. Nîva vê doznameyê di derheqên 451 kesên ku di nav vê dozanmeyê de jîbo wan qedexekirina sîyasî tê xwastin cî digre.

Dede, amaje kir ku Zagona Bingehîn pêwîstî bi daxwazên parastinê nedîtîye û mutaleya Serdozgerîya Komarîya Dadgeha Bilind yekser ji wan re şîyandîye. Dede ev yek jî wiha rexne kir:

“Me pêşparastina xwe de jî dîyarkiribû; kesên ku têne darizandin, heke HDP were girtin wê hemû mafên wan yên sîyasî jî bên qedexekirin. Ji bo vî jî pêwîste ku ev kesana parastina xwe bikin, dibe ku parastinê ev kesan qenat endamên Zagona Bingehîn bigorîne. Lê Zagona Bingehîn hiç bivan pêwîstî nedîtîye û mutaleya dozgerîyê yekser ji me re şîyandîye. Cîyê vîya di nav hiqûqê de tune.”

Dede amaje dike ku mutaleya ku ji wan re hatîye şîyandin behsa HDP’ê nake tevahî behsa PKK dike. Dede ev yek jî wiha ragihand:

“Gava mirov him doznameya girtinê HDP’ê him jî vê mutaleyê temaşe dike dibê qey li vê derê yên ku tê darizandin girtina HDP’nîne girtina PKK’ê ye. Ez li vê derê dixwazim bangî Erdogan û AKP’yê bikim. Sucdarkirinên ku têne kirin tevahî yên dema pêvajoya çareserîyê ye. Him di doznameya Kobanî û him jî di doznameya girtina HDP’ê de wisan e. Di dema pêvajoya çareserîyê de tiştê ku hatin çêkirin bi taybet ji alîyê Serokomar Erdogan ve hatin kordinekirin. Heke ev darizandinê de HDP were girtin wateya vîya ewe ku di bin AKP’ê de jî dînamît tê raxistin.”

Dede preskonferansê de li ser mafê parastinê jî rawestîya û got:

“Gelek parêzvanên muvekîlên me neşên xwe bigîhînin dosyayan. Pirê vanan jî parlementerin û di derheqê vanan de jî fezleke hatine amadekirin. Lê Meclîsa Tirkiyê van fezlekeyan nadin parêzvanên muvekîlên me. Hin dosya jî li ber lêpirsîna veşartî nayê dayîn. Ev yek jî mafê parastinê yekser binpê dike.”

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00

XS
SM
MD
LG