Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Tirkîyê di Roja Cîhanî ya Mafê Mirov De


Baroya Enqerê
Baroya Enqerê

Li ber 10’ê Berfanbarê Roja Mafên Mirov, li Enqerê gelek sazîyan li ser îndeksa mafên mirovan yên Tirkîyê daxûyanî dan. Li gorî tevahîya van daxûyanîyan Tirkîye di warê mafê azadîya mirov de di asta herî kêm de hate nîşankirin.

Di 10 Berfanbarê 1948’an de ji ber ku cara yekemîn Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov hatîye pejirandin, ev roj her sal tête pîrozkirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirov ya Tirkîyê (TÎHV) li ber Roja Mafên Mirov perenskonferansek li dar xistin. Di vê derê li ser qarneya Tirkîyê ya binpêkirina mafên mirov hate rawestandin. Li gorî daneyan hate ragihandin ku Tirkîye di nav îndeksa tevahîya dinyayê de di nav welatên ne azad de cî digre.

Di prenskonferansê de hate ragihandin ku di destpêka sala 2022’yan de heta vê demê 64 rojnamevan di zindanê de ne, 63 rojnamevan hatine desteserkirin û 30 rojnamevan jî hatine zindankirin.

Dîsa li ser hin êrîşên 1 rojnamevan jiyana xwe ji dest daye, 3 rojnamevan hatine birîndarkirin, li ser 5 rojnamevanî gef hatîye kirin, 15 rojnamevan jî di dema berhevkirina nûçeyan de ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine derbkirin. Di derheqê 252 rojnamevanî de lêpirsîna dadî û 24 rojnamevanî de jî doza hatîye vekirin.

Di warê binpêkirina mafan de daxûyanîyek jî ji alîyê Baroya Enqerê ve hate dayîn. Di vê daxûyanîyê de jî hate rahgihandin ku di nav vê salê de li ber mafên derbirînê 20 kes hatîye zindankirin, di derheqê 8 kesî de jî biryara mehkumkirinê hatîye dayîn.

Hevserokê Gîştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û Rêvebara Baroya Enqerê Parêzer Zeynep Tepegoz ji bo Dengê Amerîkayê re qise kirin.

Oztûrk Tûrkdogan, ragihand ku li Tirkîyê her roj mafên mirovan tê binpêkirin, di nav vanan de jî herî zêde binpêkirina mafên Kurdan cî digre. Di vî warî de jî di demên dawî de girtina rojnamevanên Kurd şanî dede û nîrînê xwe wiha dîyar dike:

“Tirkîye bi xwe li tevahîya dinyayê de di nav endeksa azadîya çapemenîyê de di asta herî xwarê de ye. Roj nîne ku mafên mirovan bi tevahî neyê çewsandin. Ev binpêkirina mafan him li ser yên der û him jî li ser yên girtîyan tên çêkirin. Gava di welateke de rojnamevan an jî sîyasetmedar werin girtin, êdî li wî welatê em nikarin behsa azadîya mafên miorv bikin.”

Zeynep Tepegoz jî li Tirkîyê li ser binpêkirina mafên derbîrînê rawestîya û amaje kir ku gelek kes li ber vegotina hest û raman hatine zindankirin. Tepegoz di vî warî de cî da van dîtinan:

“Em ji tixûbên azadîyê gelek dur in. Bêtir kes ana li ber mafên derbirînê hatine zindankirin. Li gorî îndeksa Rojnamevanên Sînor Nenas tê ragihandin ku Tirkîyê di warê azadîya çapemenîyê de di nav 180 welatî de di rêza 149’emîn de ye. Di sala 2005’an de di rêza 98’emîn de bû, lê di nav 17 salan de em dibînin ku ezmûneke baş nedaye.”

Raporta Deng/ Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00

XS
SM
MD
LG