Li Tirkiyê Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) di 9 Rêşemîyê 2022’yan de di derheqê Dengê Amerîka (VOA), Deutsche Well (DW) û Euronews de, li Tirkiyê ku bikaribin weşana xwe bidomînin, biryara destûrnameyê girt.
Ev biryara RTUK’ê di çapemenîya Tirkiyê de jî bi erênî û neyînî hate şîrovkerin. Yên ku nêzî desthilatîyê ne ev biryar parastin, lê çapemenîya ku durî desthilatîyê disekine ev biryara RTUK’ê him rexne kir û him jî wek destekarîyeke desthilatîyê ya ser çapemenîya azad nîşan da.
Li Tirkiyê weşana radyoyê cara yekem di sala 1923’an de destpêkirîye. Ji vî 29 sal şun de jî di sala 1952’yan de dest bi weşena televîzyonê hatîye kirin. Heta sala 1990’an ev hemû weşan ji alîyê dewletê ve dihatin kirin. Lê piştî sala 1990’an radyo û televîzyonên taybet hatin vekirin. Bikaranînan înternetê jî cara yekem di sala 1993’yan de destpêkiribû.
Li ser vî jî jibo kontrolkirin û rêkûpêkirina weşanê çapemenîyê di 13 Nîsanê 1994’an de Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê ango RTUK hate damezirandin.
Ji damezirandinê heta vê demê jî biryarên ku RTUK’ê di derheqê weşanên çapemenîyê de daye bêtirê wan him ji alîyê rêxistinên çapemenîyê û him jî ji alîyên sazîyên demokratîk ve hatine rexnekirin û bîryarên ku hatine girtin jî rast nehatine dîtin.
Renîşa Desteya Bilind ya Radyo û Televîzyonê, ku li ser malpera RTUK’ê hatîye weşandin, armanca destûr û tirxanê van kontrolkirinan wiha dîyar dike:
“Armanca vê rênîşê ewe ku jibo weşanên satalay, kablo, bejayî û her wekî din destûrnameya weşanê, mafê weşana demkî, desturgirtina weşanê înternetê di warê kargêrî û malî de rêkûpêkkirin e.”
Li gorî daxûyanîya Alîkarê Serokê RTUK’ê Îbrahîm Uslu, tê amajakirin ku wê di hefta pêşîya me de biryara RTUK’ê ya di derheqê Dengê Amerîka, Deutsche Well û Euronews de çawa be ewê biweşînin. Uslu jibo serîlêdana destûrnameyên weşanên internetî jî amaje kiribû ku 72 saet despêkirîye.
Ev geşedanên ku li ser Dengê Amerîka, Deutsche Well û Euronews pêk hatin li Tirkiyê jî bû sedema fikarên sansûrkirina çapemenîyê. Çapemenîyên ku ana li Tirkiyê di warê opozîsyonê de wexana xwe didomînin dibêjin dibe ku ser wan de jî himan zext werin çêkirin.