Li gorî daneyên Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) di Cotmeha 2022’yan de 34 jin ji alîyên zilaman ve hatine kuştin û 26 jin jî mîrî hatine dîtin.
Platforma "Emê Kuştina Jinan Rawestînin" her meh bi rêkûpêk raportên di derheqê kuştin û tundîyên li ser jinan eşkere dike. Li gorî daneyên Platformê, jinên ku hatine kuştin ji vana sedan 62 li ber çi egerî hatine kuştin dîyar nîne.
KCDP radigîghîne ku di meha Cotmehê de 34 jinên ku ji alîyê zilaman ve hatine kuştin di nav wan de sedemên kuştina 21 jinî dîyar nîne. Di nav egerê kuştina 13 jinî de cihêbûnî, nexwastina zewacê, redkirina lihevhatinê tête dîyarkirin.
Li gorî daneyên KCDP’yê 34 jinên ku hatine kuştin di nav wan de 18 jin ji alîyê zilamên xwe, 1 jin ji alîyê mêrê xwe yê berê, 3 jin ji alîyê evînê xwe, 2 jin ji hêla xizmên xwe, 1 jin ji alîyê kurê xwe, 1 jin ji alîyê birayê xwe, 6 jin ji alîyê nasyarên xwe, 1 jin jî ji alîyê nenasan ve hatine kuştin.
Jinên ku di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane ji vana sedan 59 li nav mala xwe de hatine kuştin. KCDP da diyarkirin ku, 20 jin li mal, 7 jin li kolanan, 2 jin li cîyê kar, 1 jin li zevî, 1 jin li cîyê kêfê û 1 jin jî pêşîya seyara wê hetiye girtin û hatine kuştin. Di nav vanan de 2 jin jî li kîderê hatine kuştin dîyar nîne.
Li Tirkîyê gelek jin ji dewletê daxwaza parastinê dikin, lê KCDP radigihîne ku ev daxwazan pirê caran nayên cîbicîkirin. Li gorî raporta KCDP’yê jî bes di sala 2022’yan de jinên ku hatine kuştin ji wan sedan 7 tevî biryara durxistina sûcdaran ve hatîne kuştin.
Wezareta Navxeyî ya Tirkîyê jî gelek caran li ser kuştin û tundîya jinan raport amade dike.
Lê di navbera Platforma "Emê Kuştina Jinan Rawestînin" û Wezareta Navxweyî de jî hin nakokî derdikevin.
KCDP da diyarkirin ku bûyerên kuştina jînê her sal zêdebûye, lê Wezareta Navxweyî jî vê yekê rast nabine. Li gorî daneyên Wezaretê di heman heyama salê de ev sal di kuştina jinan de sedan 9 kêmbûnî çêbûye.
Ji alîyê wezaretê ve raporta ku hatîye weşandin de encamên dawî wiha tête şîrovekirin:
Ji bo tundîya nav malbatî; 3 mîlyon û 866 hezar û 584 zilaman re pêzanîn hatîye dayîn û 1 mîlyon û 38 belavok hatîye belavkirin. Armanca Wezareta Navxweyî ewe ku di dawîya vê salê de nêzikî 5 mîlyon zilamî di vî warî de perwerde bike.