Serokomarê Tirkîye Erdogan jibo başkirina têkîlîyên ligel Rûsya nameya lêborînê ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hinart.
Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim got ku ger pêwîst be dikarin tazmînat bidin malbatên pîlotên firokê.
Herwiha bi îsraîlê re jî piştî şeş salan peymanek hat çêkirin da ku têkîlîya her du welatan baştir bibe.
Şîrovekarê sîyasî, mamosteyê Zanîngeha Dîcle’yê Vahap Coşkun li ser sîyaseta nû ya Tirkîyê hizr û nêrînên xwe ji Dengê Amerîka re anî ziman.
Wî got êdî rê li ber Tirkîyê nema mecbur bû ku peywendîyan normal bike.
“Sîyaseta derve de Tirkîye di xeletîyê de bû. Niha dixwazin sîyaseta xwe biguherin û baştir bikin. Ne rast e ku bêjin xeletî û şaşî yên serokwezîrê berê yê Davutoglu bû. Jiber ku ew sîyaseta dewletê, ya Erdogan û AKP’ê bixwe bû.”
Coşkun bi berdewamî got ku şer û alozîya nav Tirkîyê girêdayî bi sîyaseta Surîyê ye û ku dewlet bi PYD’ê re dest bi sîyasetaka erênî bike, bê guman dê tesîra xwe li sîyaseta navxweyî ya ligel Kurdan jî bike.”