Li gundê Şindoxa, nêzîk Dihokê şînewarên dîrokî yên serdemê dewleta Mîtanî û Sumerîyan hatine vedîtin.
Birêveberê Şînewarên Dihokê Dr. Hasan Ahmed Qasim got, eve cara yekê ye di dîroka Îraqê de têkistê nivîsîna wêneyî tête dîtin li Herêma Kurdistanê.
Wî gote Dengê Amerîka, vedîtina van peyker û têkistan nîşanek e ku Kurdistan ne bes cihê çandinê bûye, belku warê şaristanîyek dêrîn e.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel Dr. Hesan Ahmed Qasim, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.