Niyaza hikumeta Serok Barak Obama bo terxan kirina diravî jibo vekolîna liser şaneyên reha jiyanê miştûmir dinav Amerîkîyan de peydakirîye. Parêzyar lidijî xerç kirina diravî ne liser van vekolîna û dibêjin ew rengekî ji renga kûştina jiyanê ye. Di hevpeyvînekê de digel Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Dr. Îzat Zawîteyî taybetmendî êşên dil û hinava li nexweşxaneka Wîlayeta Marîland piştevanîya van renge vekolîna diket çinkû wî bawerî bi pêşketina zanistî heye. Bo gûhdarî kirina hevpeyvîna digel Dr. Îzat, fayîla dengî dagire û eger te têbînî liser hebin, tû dikarî di valhîya xwarê de binivîsî, emê bawerîya te belav bikin.