2 rojnamevanên Brîtanî ku jibo Vice News ya Amerîkî dixebitîn, ligel wergerê xwe li Amedê hatin girtin.
Rojnamevan Jake Hanrahan, kameravan Philip Pendlebury û wegerê wan, tevî şoforekî jibo bûyerên Bakurê Kurdistanê bişopînin hatibûn Amedê û 27ê mehê li ser gilîya bi telefonê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteser kirin.
Dadgehê do Duşemê, bi sedema alîkarîdana rêxistineke neqanûnî biryara girtina wan 3 rojnamevanan da, lê navê wê rêxistinê eşkere nekir.
Avûqatê rojnamevanên girtî Ahmet Ay îdiayên alîkarîya DAIŞê red kir û got, di îdianameya dozgeriyê navê ti rêxistinan nehatiye destnîşan kirin.
Ay got, dozgerî gelek dîmen û wêneyên ku ji alîyê rojnamevanan hatiye girtin jibo girtina wan kiriye hicet.