Serokê lîsta Al Îraqîye, Ayad Elawî gefeyê xwe vekêşanê ji tevaya piroseyê sîyasî yê welatî dike eger ew desthelatên jêre hatîn destnîşan kirin misoger nebin. Elawî cûdahî digel Serk Wezîr Nûrî Al Malikî heye û deng heye kû Kurd navberîyê dikin. Di hevpeyvîna digel Dengê Amerîka endama parlemanê Îraqê ji lîsta hevpeymanîya Kurdistanê Vîyan Dexîl got ev dû komelên sîyasî gelek jêk dûrin.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna digel Vîyan Dexîl, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wê hebin, di valahîya xwarê de binivîse.