Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WîkîLeaks: Gendelî li Afganistanê Gehiştîye Nav Astê Bilindê Hikumetê


WîkîLeaks: Gendelî li Afganistanê Gehiştîye Nav Astê Bilindê Hikumetê
WîkîLeaks: Gendelî li Afganistanê Gehiştîye Nav Astê Bilindê Hikumetê

Bi sedan dakumentên dîplomatên Amerîkî yên malperê WîkîLeaks eşkerekirîn diyar dikin kû gendelî li Afganistanê
gehiştîye nav astê bilindê hikumetê.


Ew nameyên balyozxana Amerîkî li Kabûl diyar dikin ku astê gendelîyê di nav hikumeta Afganî de ji dest derkeftîye û her wesa xetabarkirinên bertîl wergirtinê vedgirit digel xetabarkirinên qazancê ji bazirganên beng û mûxederatan.

Ew dakûment Serok Hamîd Karzay weka mirovekê lawaz û bê desthehat diden naskirin. Lê dibêjin wezîrê çandinê Asîf Rehîmî karbidestê dest paqijê bitenê ye.

Dadigeha bilinda Swêdê daxazeka pêdaçûnê ya xwediyê malpera Wikileaks, Julian Assange red kiriye, li ser fermana girtina wî li ber dozek destdirêjiyê.

Polîsê Swêdê roja Sêşembî got ew dê fermanek din ya nû derken bo girtina Assange , li cihê wê biryara li ber xeletiyekê hatibû betal kirin.

Assange, ku bûye egera tofanek navneteweyî li ber belav kirina bi milyonan belgenamên nepenî, hatiye xastin bo pêşberî dadigehê li ser tometa destdirêjî û zêdegaviyên sêksî li Swêdê. Ew hakkerê berê yê kompûtran ku Australiye, midehê mehekêye ku dernekeftiye nav xelkê û goman tê kirin li cihek nepenî li başûra rojavaya Britanya bi cî bit.

Parêzerê wî yê bingeh li London, Mark Stephens dibêjit deselatdarên Birîtanê û yên Swêdî dizanin çavan pêwendiyê pêre bikin.

Li Washingtonê, grupek Sinatorên Komarî bernivîsa biryarekê amade kirin ku dê belav kirina navên kesên zaniyariyan diden leşker û civaka zaniyariya Amerîka qedexe bike.

XS
SM
MD
LG