Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşandar Rexneyê li Mesud Barzanî digirin


Xwenîşandar Rexneyê li Mesud Barzanî digirin
Xwenîşandar Rexneyê li Mesud Barzanî digirin

Bi hezaran kesean li herêma Kurdistana Îraqê roja Şemîyê xwenîşandan kirin û rexne li Serokê Herêmê Mesud Barzanî girt jiber teqekirina kûştinê li xwenîşandanên roja Pêncşem.

Xwendikaran li zankoya Sulêmanîyê serkêşîya nerazîbûnekê kir, li demê kû girûpekê dîyê xwenîşanderan rêveçonek li meydana serekî ya bajarî rêkxistî.

Li roja pêncşem, 2 kes hatin kûştin û bi dehan kesên dî birîndar bûn piştî hêzên parastinê teqe li xwenîşanderan kirî . Nêzîkî 1.000 kesa li bajarê Sulêmanîyê gehanbûn hev bo daxwaz kirina rîformên siyasî. Raportan ragihand kû karbidestên parastinê teqe destpêkir dema hinek nerazîbûyan kevir havêtîn bingehê Partîya Demûkrata Kurdistana Îraqê.

Xwenîşanderên dûhî Şemîyê daxwaz ji Serokê herêmê Mesud Barzanî kir heta lêxweşbûnê bixwazit jiber wê teqekirinê. Wan herwesa daxwaz ji karbidestên herêmê kir heta berpirsên wê serhatîyê bêxin pêş dadgehan.

Xwenîşandar Rexneyê li Mesud Barzanî digirin
Xwenîşandar Rexneyê li Mesud Barzanî digirin

Ji bo şirovekirinên pitir, Dexîl ê Şemo hevpeyvînek digel Dr. Kûrmanj Gûndî, mamosta li Zankoya Tênêsî kirîye.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna digel birêz Gûndî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.

XS
SM
MD
LG