Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xweserîya Demokratîk Naveroka Hello Washington bû


Diyarbekir
Diyarbekir

Xweserîya Demokratîk weka sîstemek sîyasî bo bidestveanîna mafên Kurdan û çareserkirina pirsên Kurdan ji alîyê Kongreya Civaka Demokratîk ve li 13 mehê hat ragihandin. Ji bilî ku vê ragihandinê girjîyek li Tirkîyê payda kir, di nav sîyasetvanên Kurd de jî cûdahî hene û têgihiştinên cûda hene.

- Ev sîstema sîyasî di çi çarçoveya qanûnî de ye?

- Heta çendê rastbîn e?

- Kî piştevanîyê lê dike û kî li dijî wê ye?

- Di nav dezgehên sîyasî yên Tirkîyê de çi reng bersîv jê re hene?

Di bernama Helo Washington de Dexîlê Şemo van pirsyaran arasteyî mêvanên xwe dike:

Bengî Yildiz, Endamê Parlemana Tirkîyê ji Batmanê.

Mehmet Emîn Aktar, Serokê Biroya Amedê ya parêzeran.

Adil Kurt, endamê parlemanê Tirkîye ji Colemêrgê.

Mamend Roja, taybetmendê kar û barê Tirkîyê li Senterê Kurdistan bo Vekolînên Sitratîjî.

Her di bernamê de du sîyasetvanên navdarên Kurd bawerîyên xwe didin; Şerafettîn Elçî, endamê parlemanê, nûnerê Amedê û serokê Partîya Demokrata Beşdar û Kemal Burkay, nivîsevan û serokê berê yê Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK).

Jibo guhdarî kirina Bernama Helo Washington, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG