Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî vê gavê li Amerîka ye, piştî serdana xwe ya Bulgaristanê. Li ber e birêz Barzanî ligel Serokê Amerîka Barack Obama û cîgirêwî Joe Biden hevdîtinan bike.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sosyolog û mamosteyê Zanîngeha Sofyayê, Yaşar Abdulselamoglu serdana birêz Barzanî ya Amerîkayê dinirxîne û vê serdana gelek girîng nav dike.
Birêz Abdulselamoglu her wiha serdana Barzanî ya Bulgaristanê jî dinirxîne û dibêje, hatina birêz Barzanî ji alîyê medya û civaka Bulgarî vê pir erênî hate pêşwazî kirin.
Yaşar Abdulselamoglu dîyar dike ku ew hêvîdar e ku bi vê serdanê derfetên nû li nevbera Bulgaristan û Kurdistanê derkevin pêş.
Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.