Rewşenbîrê Kurd Yaşar Kaya nexweşîyeke giran derbaz kirîbî û ji mêjve di medyaya Kurdî de xwane nedibe.
Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rûsipîyê Kurd Kaya re kir û li ser çend mijarên girîng nêrînên wî pirsîn.
Yaşa Kaya derheqa rewşa Kurdan ya li Tirkîyê dibêje, ew bi hêvî ye ku pirsa Kurdî di demeke nêzîk de were çareser kirin û li bendê ye ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di van rojên were de hîn paketên nû yên çareserkirina pirsa Kurdî eşkere bike.
Sîyasetvanê dêrîn Kaya behsa Konferansa Netewî ya Kurdan jî dike ku li ber e li Hewlêrê were kirin. Birêz Kaya dibêje, pir girîng e ku hemî partî, rêxistin û pêkhatîyên Kurdan li vê konferansê amade bin û divê di dawîya konferansê de komîteyek bête damezrandin ku sîyaseta Kurdan ya netewî dîyar bike.
Serokê Giştî yê berê yê Partîya Demokrasîyê (DEP) Yaşar Kaya li ser Sûrîyê jî daxuyanîyên balkêş dide û dibêje, divê hemî partîyên Kurdan li Kurdistan Sûrîyê hêz û dengê xwe yek bikin da ku bigehijin armancên xwe.
Yaşar Kaya her wiha dibêje, ew hêvî dike ku qanûna tekoşîna dijî terorê were guhartin da lu ew careke din bizivire warê xwe.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.