Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Yekgirtu Bahaddîn: Pirsgirêka Kurd bi Rêbazê Leşkerî Çareser Nabe


Navenda Lêkolînên Rojhilatanavîn (ORSAM) li Enqerê bi navê “Li Îraqê Qewimandinên Dawî û Tirkîye” konferansek li dar xist.

Mêvanê konferansê Serokê Yekîtîya Îslamî ya Kurdisanê (Yekgirtu) Selahaddîn Bahaddîn got ku li Tirkîyê pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabe loma pêdivî bi çareserîya sîyasî heye.

Moderatorîya konferansê Kordînatorê Xebatên Îraqê yê Bîlgay Duman kir. Duman li ser rewşa Îraqê ya dawî pirsên xwe li Selahaddîn Bahaddîn kir.

Serokê Yekgirtu dîyar kir ku li Îraqê ev 7 meh in ku hilbijartin dawî bûye lê heta niha jî hikûmetek nehatîye damezirandin û serokomarê Îraqê nehatiye hilbijartin.

“Li Îraqê hêzeke ku bi tena serê xwe bibe desthilat tunene. Her yek biçûk biçûk in. Di navbera piran de jî nakokîyên mezin hene. Ji xwe li Îraqê netewên cûda, hîzbên li hev nekirî gelek in. Li ber vî jî nayên ba hev û din. Ev jî kêşe li ber avakirina hikûmetê derdixîne.”

Bahaddîn li ser kêşeya serokomarîyê jî got ku di navbera PDK û YNK’ê de di demên berê de lihevkirineke ser serokomarîya Îraqê hatiye çêkirin ku seroktîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo PDK û ya Îraqê jî bo YNKê ye. Ev peyman heta niha jî wisa hat, lê îro tê xwastin ku ew yek biguhere.”

Serokê Yekgirtu rewşa Tirkîyê û pêwendîyên wê yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê jî got ku Tirkîye welatekî mezin û jeo-stratejîk e.

“Ger Tirkîye helwesta xwe ya hember Kudan û Îraqê baş bike, ewê qezenc bike. “

Wek bersîva pirsa Dengê Amerîka ku pirsgirêka Kurd li Tirkîyê wê çawa çareser be, Bahaddîn got ku divê pirsgirêka Kurd bi rêya sîyasî û dîyalogan çareser be.

“Sîyaset rêya herî esasîye. Ev pirsgirêk bi rêbazên leşkerî yan jî bi operasyonên leşkerî çareser nabe.”

ED_09_06_2022_Selahaddin_Bahaddin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG