Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK Namzedîya 12 Sîyasetvanên Kurd Betal Kir


YSK Namzedîya 12 Sîyasetvanên Kurd Betal Kir
YSK Namzedîya 12 Sîyasetvanên Kurd Betal Kir

Lijneya Hilbijartina Bilind a Tirkiyeyê (YSK), serlêdana namzedên serbixwe Hatip Dicle, Leyla Zana, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û Ertugrul Kurkçu jî di nav de, ya 12 namzedên serbixwe betal kir.

Ev roj êvarê ji alîyê Lijneya Hilbijartina Bilind a Tirkiyeyê (YSK), bi hinceta ku mehkumiyetên wan yên berê hene û ev yek li pêş parlamentertiyê asteng e, 8 jê endamên bloka BDPê namzetiya 12 kesan hate betalkirin.

Namzedên ku serlêdana wan hat betal kirin ev in: Hatip Dicle ( BDP-Diyarbekir), Leyla Zana (BDP-Diyarbekir), Gültan Kışanak (BDP-Sêrt) û Sebahat Tuncel (BDP-Stenbol), Ertugrul Kürkçü (BDP-Mêrsîn), Salih Yıldız û İsa Gürbüz, Harun Özelen, Abdullah Kızılay, Çiçek Otlu, Nezir Sincan.

Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattin Demirtaş ji bo vê biryarê got “ ev qirar him ji bo dîroka hiqukê him jî ji bo ya sîyasetê facîayeka gelek mezin e. Tu îzahata vê kirarê tuneye.

Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku ev biryareka sîyasî ye û li hemberê vê qirarê ewê jî sekneka sîyasî nîşan bidin. Demîrtaş dîiyar kir ku ew dê li ser vê birayrê nîqaşan bikin, ger hewce be biryara xwe ji hilbijartinê vekişandin jî tê da, çi rê û rêbaz hebin ewê nîqaş bikin û di nav du rojanda dê biryara xwe ragihînin.

Li ser vê biryara ku nerazîbûnên mezin derxiste holê, sîyasetvanê kurd Ahmet Turk jî destnîşan kir ku ev qirar dibe ku bibe egera ku xwe ji hilbijartinê vekişînin.

Ji alîyê dinêva YSKê biryar da ku Partîya Azadî û Pişrgiriîyê ÖDP jî nikare têkeve hilbijartinê.

Hêjayê bibîrxistinêye ku sibê runiştina Doza KCK li Dîyarbekirê tê dîtin. Çaverêye ku him ji bo vê dozê him jî li ser vê biryarê xwepêşandanên girseyî werin lidarxistin.

XS
SM
MD
LG