Sazîya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi yek dengî parlementerîya parlementerê Bloka Ked, Demokrasî û Azadîyê Hatîp Dîcle veto kir.
11. Dadgeha Cezaya Giran ya Enqereyê sê roj berîya hilbijartinê biryar dabû ku Hatîp Dîcle propagandaya rêxistina terorê kirîye û 1 sal û 8 meh ceza hepsê lê birîbû. Dadgehê dû re, rojên Dîcle yên ku di hepsê de kişandibû, dabûn ber cezaya nû, lê Sazîya Bilind a Hilbijartinê biryar dabû ku di derbarê vê qirarê da îfadeya Hatîp Dîcle guhdar bike.
Parlementerê Dîyarbekirê Hatîp Dîcle, di nava parlementerên serbixwe de dengên herî zêde girtibû û li Dîyarbekirê bi 77 hezar û 900 dengan hatibû hilbijartin.
Awuqatê Hatîp Dîcle, Leven Kanat jibo televîzyona NTV ragihand ku biryara YSK li dijî hiqûqê ye û ewê îtîraz bikin.
Hêjayî gotinê ye ku çend roj berîya vê biryarê, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk dîyar kiribû ku 6 havelên wan li girtîgehê ne, parlamenterîya hevalekî wan jî bê asteng kirin, ewê neçine meclîsê.