Dû teqînên Xwekûjan li pêş dû dezgehên ewlekarêyê li paytextê Sûrîye Dîmeşqê bi kêmî 30 kes kûştin û pitir ji 100 kesên dî birîndar kirin. Hikumeta Sûrî dibêje wan bergûmanên wan hêrîşan girtine û ew endamên Al- Qaîde ne. Zerdeşt Muhamed, peyîvdar û endamê polbîroya Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûrîye gote Dengê Amerîka, gumana encamdana wan teqîna liser hikûmetê bixwe ye heta bêjte Komkara Erebî û cîhanê ku ew şerê tîrorê dike û nikare leşkerê xwe ji bajaran derxe.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Zerdeşt Muhamed, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.