Desteya Giştî ya Meclîsa Tirkiyê li ser mêzên parlementeran sîstemeke wergerê ya nû hatîye damezirandin, gelek ziman hatine bicih kirin, lê zimanê kurdî tuneye.
Di vê sîstema nû de bi zimanê Îngilizî, Erebî, Rûsî û Fransî werger tê çêkirin, lê wergera Kurdî nîne.
Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş ev sîstema wergerê li parlementoyê kire rojev.
Beştaş dadîyarkirin ku li vê parlementoyê di zimanên ku werger tê çêkirin de kes nîne, lê jibo parlementerên Kurd wergerek nexistine vê sîstemê.
Beştaş, ev yek wek cihêkarî nîşan da û gotinê xwe wiha ragihand:
"Ana me kontrol kir, li pêşîya me sistemeke ku hatîye danin de di çar zimanî de werger tê çêkirin. Bi zimanê Îngilizî, Erebî, Rûsî û Fransî bi sîmultane werger tê çêkirin. Di vê meclîsê de Ereb, Rûs, Fransî, Îngiliz heye an nîne nizanim, lê wergera Kurdî tunene. Ev yek jî cûdatîyê çêdike. Di vê meclîsê de parlementerê Kurd jî hene. Hîç nebe wergereke Kurdî pêdivîye."
Ji ber nebûna wergera Kurdî Serokê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Suphî Ozgen jî bertek nîşan da. Ozgen ragihand ku Meclîsa Tirkiyê merov dibê qey wek son xarîye ku zimanê Kurdî înkar bike.
Ozgen ragihand ku di parlementoyê de zimanê ku werger tê çêkirin de hîç netewek nîne. Serokê HEZKURD’ê ev yek di qada mafên mirovan de wek cihêkarîyek bi nav kir û wiha got:
"Piştî ku Parlementoya Tirkiyê vebû me car din femkir ku di nav zimanan de cudatî xistina nav zimanê Kurdî. Di çar zimanan de sîmûltane werger çêdikin, lê di meclîsê de di be ku yek Ereb hebe lê yê din tunenin. Em li vê derê helwesta meclîsê şermezar dikin. Li tevahîya meclîsê ji sedî zêdetir parlementerên Kurd hene, pêwîste ku ew hemû di derheqê parlementoyê de doz vekin."
Li Meclîsa Tirkiyê gava Kurdek bi Kurdî qise bike, ew qisên wî wek zimanekî nedîyar (bi tîpa X) binav dikin. Vê yekê jî Kurd jibo xwe wek cihêkarîyeke dibînin.