Rêberên opzisyona Sûrî rijdîyê li Rûsîye dikin êdî nekevin rêka hewlên ladana rijêma Beşar Esed de.
Piştî danûstandina digel karbidestên Rûsî li Kremlin, Hazim Nahar navdarekê rikaberên Sûrî got, nav û dengê Rûsîye di nav gelê Sûrî de gelek xirab bûye.
Bi alîyê xwe ve wezîrê derve yê Rûsî Sergei Lavrov got, Mosko karî digel hikumet û rêberên opizisyonê karî dike liser piroseyeke sîyasî, bi gotina wî rê bide gelê Sûrî biryarê liser paşeroja xwe bidin.
Li Şamê jî Kofî Annan, pêşvenihêrê taybetê N.Y got, ew û serok Esed liser baweryekê rêkeftina bo dawînana tundûtûjîyan.
Jibo şirovekirina van peyaman Dengê Amerîka ev hevpeyvîn digel rojnamevanê Kurd Tahe Hesenyanî kirîye. Jibo guhdarî kirina hevpeyvînê, faîlê dengî kilik bik.