Bi nêzîkbûna hilbijartinên seroktîyê, xebatên propogandayî jî zêde dibin. Piştî Partîya Komarî, do jî Partîya Demokrat dest bi kongreya xwe kir ku bajarê Charlotte ya North Carolina berdewam dike
Di radyo û televîzyonên Amerîkî de jî gelek bername têne çêkirin û her du alî jî hewil didin didin ku hilbijêrên qane bikin.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Serokê Komela Kurd û Amerîkî (Kurdish American Society) Yuksel Serîndag ku li New Jersey'ê dijî, li ser hilbijartinan dipeyîve.
Birêz Serîndag dibêje, gelek Kurdên mîna wî girêdaneke xort bi Kurdistanê re heye û helwesta partîyên sîyasî ya ser Rojhilata Navîn û welêt bandoreke girîng li ser biryara wan dike.