Racî Bîlîcî:Greva Birçîbûnê Di Qonaxeke Xeter de ye

Serokê Komela Mafên Mirovan ya rêxistina Dîyarbekirê, Racî Bîlîcî

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Serokê Komela Mafên Mirovan ya rêxistina Dîyarbekirê, Racî Bîlîcî greva birçîbûnê ya girtîyên Kurd dinirxîne û bal dikşîne ser rewşa xeter ya heyî.

Birêz Bîlîcî dibêje, îro 43 roj in greva birçîbûne didome û ti hêvî xuya nake ku ev grev bi dawî were. Jiber ku daxwazên girtîyên Kurd sîyasî ne, divê hikûmet gavan bavêjê, lê heta niha nîyeteke wuha tune ye.

Racî Bîlîcî dibêje, îro şandeyek bi Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Sadettîn Ergîn re hevdîtinek pêk anî û wezîr soz da ku mafê girtîyan ya jibo parastina bi zimanê zikmakî were dayîn. Lê, heta ku daxwazên wan bi giştî nayên qebûl kirin, dijwar e ku girtî greva birçîbûnê biqedînin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_ligel_Racî_Bîlîcî


...