Rojnamevan Alî Fîkrî Işik: Pêvajoya Îmrali Baş Didome

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, rojnamevan Alî Fîkrî Işik li ser Pêvajoya Îmrali daxife.

Birêz Işik dibêje, divê Kurd ji pêvajoyê şik û guman nebin jiber ku ev proses bi rêkûpekî dihere pêş. Dibe ku carna hin astengî derkevin, lê hikûmeta Tirkîyê bi biryar e ku ev problemê çareser bie.

Alî Fîkrî Işik dîyar dike ku 2 rêberên sembolîk, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan li hev kirine ku dawî li vê kêşeya dûr û dirêj bînin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_A_Fîkîrî_Işik