Di gotarekê de jibo rojnama Washington Post, serokê berê yê Amerîkî Jimmy Carter pêşnîyar dike ku hilbijartinên azad û bi çavdêrîya Civaka Nêvneteweyî bi tenê çareserî ye ji şerê Sûrî re.
Lê di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Bengî Haco, sîyasetvan û nivîskarê Kurd got, ev ne pêşnîyarek rastbîn e çinkû gelê Sûrî li welatên dorûber belav bûye û şerek navxwe di welatî de tê kirinji alîyê jimareka zora komelên çekdarên tundrê. Dr. Bengî got jî, parçekirin çareserîya rewşa Sûrî dike.