Daxwaza Girtîyên Doza KCKê Hate Red Kirin

Dadgeha Cezaya Giran ya Dîyarbekirê, daxwaza berdana 5 girtîyên ji doza KCKê red kir, bi hiceta ku ewê biçin serê çîyê û tev li PKKê bin.

91 girtîyên doza KCKê, biryara dadgehê protesto kirin û bi rêya evûqatan, dilekçê xwe yên jibo berdanê ji dadgehê vekişandin.

Parlamentera BDPê ya Şirnexê Selma İrmak, jibo biryara dadgehê şermezar bike daxuyanî da.

Wê got "Em dibînin ew kesên ku bi sedan salan ceza xwaribûn, îro hatin berdan. Lê bi hiceta ku hevalên me ê biçin çiya, wan bernadin. Ev sosreteke mezin e."

Your browser doesn’t support HTML5

Raport