Di Newrozê de Eleqeyek Mezin Heye jibo Cilên Kurdî li Tirkiyê

Firoşgeheke cilên Kurdî li Diyarbekirê

Rojeva sîyasetê germ û geşe lê rojeva xelqê jî neha tedarikîyên Newrozê ye.

Roja Newrozê gelek kes hewil didin ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarê pîrozbahîyan bibin.

Ev yek jî dike ku li herêmê gelek terzî berê xwe bikin dirûtina cilên Kurdî û hêdî hêdî bazara vê qadê jî çêdibe.

Mihemed Ektî û hevjîna wî Nuran Ektî 15 salin ku li Diyarbekirê cilên Kurdî didrûn û neha jibo gelek bajar û welatan difroşin.

Emrullah Zumrut jî mizaha Kurdî û formayên sporê yên k u i serê Kurdistan dinivîse, difroşe. Herdû esnaf jî didin zanîn, bilî Nerwozê eleqeyek mezin çêbûye jibo cilên Kurdî.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport