Şandeyek ji baweriyên cuda yên Diyarbekirê, di 14ê Gulanê de, li Vatikanê bi Papayê yêkê Francîskûs re tên ba hev.
Bajarvanê berê yê navçeya Sûrê Abdullah Demirbaş ku pêşengiya vê serdanê dike, daxuyakirin ew ji bo daxwaza dewamkirina pêvajoya çareseriyê û jibo çend dexwazên din, ku dia û piştgiriya Papa bigrin, diçin Vatikanê.
Di şandê de Bajarvanê Dihokê Şewket Mihemed Osman, ji Cemaata Suryaniyan Can Şakerer, ji cemaata Ermeniyan Ergun Ayik, ji Cemaata Keldaniyan Yusuf Karadayi, Pîrê Eleviyan Hasan Baykurt, Serokê aliman Mele Zahit Çiftkuran, ji Şêxê Mala Bokarkî Nakşî Sayar û neviyê Şêx Seid, Muhammed Akar cî digrin.