Jibo Namzedîya Selahattîn Demîrtaş Nêrîna Sîyasetvanên Kurd

Parlamentarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Dîyarbekirê Altan Tan jibo Dengê Amerîka li ser namzedîya Selahattîn Demîrtaş ya serokomarîyê axifî.

“Hem Kurd û hem jî di nav Tirkan de gelek kes jê hez dikin û em hêvî dikin dengê birêz Demirtaş HDP’ê bilind bike.”

Tan got Recep Tayyîp Erdogan dixwaze diktarorîya bi serkomarîyê dîktatorîya xwe pêk bîne.

Cîgirê Partîya Maf û Azadîyan (HAKPAR) Bayram Bozyel jî got “Başe ku HDP’ê namzedek derxist, lê Selahattîn Demîrtaş li ser navê Kurdan nebûye namzede serokomarîyê.”

Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bucak jî destnîşan kir ku ew dixwaze Demîrtaş ser keve. “Lê, HDP ne partîyeke Kurdî ye û divê menfaate mîletê Kurd bidin ber çavan.”

Avuqat Sedat Demîrtaş jî got Selahattîn Demîrtaş di nav sîyasetvanên Kurd de navekî hêja ye û ew bi bawer ku Demirtaş jibo Kurdan û gelên Tirîkyeyê alternatîfekî baş e.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Diyarbekirê