Li Gundekî Bajarê Batmanê 7 Kes Hatin Kuştin

امروز، روز تایید کننده ای برای پرونده جنجالی دوازده سال اخیر ایران در موضوع هسته ای است.

Li gundê Suphiya yê ser bi navçeya Hezoya Batmanê ve, 7 gundî bi êrîşeke çekdarî hatin kuştin. Keyayê gund îdîa dike, kesên ku gulle reşandin, xwe bi kincên jinan girêdabûn.

Êrîş roja Şemiyê êvarê di dema bêriyê de pêk hat. 7 gundîyên ku dixwestin herin ciyê bêrîyê, li ser rê rastî êrîşa çekdarî hatin. Di êrîşê de Sultan û Bilal Efe (15), Sevime Tung (25) Sadiye Tung (65), Guneş (17), zarokek 13 salî û mêvanek ji Edene jiyana xwe ji dest dan.

Di van salên dawî de di meseleyên lihevnekirina zeviyan de gelek caran êrîşên çekdarî pêk hatine û bi dehan kes hatine kuştin. Lê hê jî ne zelal e ku sedema vê êrîşê û eslê meselê çi ye.