Di çarçova rêzepanelên Dibistana Mafê Mirovan de ya Komela Piştgiriya jibo Mazlûman (Mazlûmder) Pispora Hiqûqa Navnetewî ya Mirovî (Hiqûqa Şer) Dr. Annyssa gotarek berfireh pêşkêş kir.
Di panelê de li ser meselen di rojevê de pirs hatin kirin û bi taybetî pevçûna navbera PKKê û dewletê û herwiha şerê DAİŞê li ser Kurdan ji pirsên sereke bûn.
Temaşevanan ji doktorê xwestin ku bûyerên ser sînorê Tirkiye û Kobanê di çarçova Hiqûqa Navnetewî ya Mirovî de şîrove bike. Dr. Anysa Belal got” Jibo ku ev rewş were zelal kirin divê pevçûn raweste. Da ku hemî îhlal werîn tespît kirin û ku ev îhlal bibin mijara Dadgeha Navnetewî ya Tawanên Şerî."
Dr. Annysa Bellal ji Dengê Amerîka re ser rewşa DAİŞê û bûyerên sînorê Tirkiyê got “Şer û pevçunên mezin di sînorê Tirkiyê de rû didin. Gelek îdia hene ku dibêjin Tirkiye piştgiriyê dide DAİŞ. Lê di dest de delîl tune ne ku em dikaribin bêjin, jiber van kirinan sûcdar in. Li herdû aliyê sînor îhlal çêdibin.Jibo tespîta wan, divê rêxistinên navnetewî di çarçova hiqûqa şer de komisyonek ava bike û ev komîsyon hare sînor û ji herdû aliyan lêkolînan bike da ku van îdiayan tespît bike ku bê fêm kirin ev îhlal ji kîjan aliyan çêbûye."
Your browser doesn’t support HTML5
Dr. Anyysa Bellal