Komîsyona Parlemena Tirkiyê Biryarê Dide 4 Wezîrên Berê Neşîne Dadgeha Bilind

Parlemana Tirkiyê.

Navên wezîrên berê yên hikûmeta Tirkiyê Zafer Çaglayan, Muammer Guler, Egemen Bagiş û Erdogan Bayraktar û zarokên wan, di operasyonên gendelî û bertîlan de derket pêş. Li ser îdîayan her çar wezîr dest ji wezîfa xwe berdan.

Jibo vekolîna van îdîayan û erêkirina dadkirinê li Dadgeha Bilind, li parlemenê komîsyonek ava bû. Ev komîsyon 245 roj bi şûn da biryar dabû ku 4 wezîr li Dadgeha Bilind neyên dadgehkirin.

Hasîp Kaplan: AKP Bi hejmara Zêde Xwe Paqij Derdixe

Parlemanterê Şirnexê yê HDPê Hasîp Kaplan di derbarê biryarê de ji Dengê Amerîka re axivî. Wî got, hilbijartin nêz bû AKP jibo pêşî li nîqaşan bigre bİryarek bi vî rengî ji komisyonê da derxistin. Dengê wan zêde ye. Ew ne bi edaletê, bi hejmara xwe ya zêde xwe paqij derdixin."

Sezgîn Tanrikulu: Ev Biryarek Sîyasî ye û Bi Zora Serokkomar Bû

Cîgirê Partiya Gel ya Komarî (CHP) û Parlemanterê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî got, di prosesa biryargirtina komisyonê de, li ser endaman giraniyek hat çêkirin. Herwiha endamên komisyonê yên AKPê nikaribûn biryarekê li dijî hizra rêvebirên partiya xwe bidin. Ev biryareke sîyasî ye û bi zora serokkomar hat dayîn. "

Birêz Tanrikulu destnîşan kir biryara komîsyonê derbeyeke mezin e li ser têkoşîna li dijî gendelî û nelirêtiyê.

Your browser doesn’t support HTML5

Biryara Dadgeha Tirkiyê Derbarê 4 Wezîran