Çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) êrîşên berdewan bi ser deverên Giwêr û Mexmûr dikin, li vê dema ku hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan didin û hewl didin wan têk bibin.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, endamê berê yê parlamenê Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyê xwebexş Qadir Hesen dibêje, Daîş êrîşan dike da ku rêya sereke li nav bera Mûsil û Kerkûkê biparêze û jiber hebûna golên petrolê li wê deverê.
Birêz Hesen got, çekdar dixwazin qerebûya şikestinên xwe bikin, lê ne serkeftî bûn jiber ku Pêşmerge berevaniya rûmeta welêt dikin.
Your browser doesn’t support HTML5
Hevpeyvin digel Qadîr Hesen