Qedexeya li ser Cizîrê ya 8 rojan dewam kir, do rabû. Di encama 8 rojan de 24 kes hatin kuştin, bêtirî 50 sivîl jî birîndar bûn.
Li Cizîrê 10 tax hene û pevçûn li çar taxên navçeyê dewam kir. Taxa ku ziyanên herî mezin lê çê bûne taxa Nûr e. Dîmenên li taxa Nûrê ne kêmî yên Kobaniyê ne.
Li navçeyê tê gotin ku hemî kesên ku hatine kuştin sivîl in û ji aliyê nîşangiran ve hatine kuştin.
Lê serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu gotibû ku 7 terorîst li navçeyê hatin kuştin û yên li wir ne sivîl in.
Jiber ku çûnûhatin û derketina kolanan qedexe bû û ji tirsa kuştinê, kes nikaribû ku derkeve derve. Jiber wê jî xelkê nikaribû miriyan defin bikin. Lewra 24 cenaze çend rojan di sarincan de li buzaxenyan hatibûn parastin.
Di dema qedexê de fotografek ji Cizîrê li ser torên civakî belav bû. Meytê zarokeke Cizrîrî di sarincê de bû. Ev dîmen yê Celime Çagirgaya 10 salî bû.
Dayika Cemile dibêje, jibo bîn dernekeve, meytê keça wê sê rojan kirine sarincê.
Hêjayî gotinê ye ku sala 1992ê di bûyerên Cizîrê de topek hawinê li mala kalikê Cemileya biçûk ketibû.
Di tewînê de tevî xwîşka wê Fatma, ji mala bavê wê 7 kes hatin kuştin.
Your browser doesn’t support HTML5
Rewşa Dawî li Cizîrê