Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û serokwezîrê nû Binali Yildirim roja şemiyê hatin Amedê.
Piştî qedexe û operasyonan cara yeke ye ku serokkomar tê Amedê.
Birêz Erdogan diçe sersaxiya malbatên qurbaniyên gundê Durumliyê ku di teqînek de 16 gundî hatibûn kuştin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û serokwezîrê nû Binali Yildirim roja şemiyê hatin Amedê.
Piştî qedexe û operasyonan cara yeke ye ku serokkomar tê Amedê.
Di demen qedexê de ji bilî peyamnêrên ajansên nêzî hikumetê tu rojnamevan nikaribû bikevin tax û navçeyênqedexe.
Ev car jî destura temaşekirina bernama serokkomar nedan hamî rojnamevanan.
Akreditasyona Wênegir û kameramanên Reuters, AP, Voice of Amerika Turkis û Degê Amerîka, peyamnêrên Rojnameya Cumhuriyet û Evrensel, Ajansa Dicleyê, herwiha peyamnêrên çend televiyonên herêma Kurdistanê jî çênekirin.
Mahmut Bozarslan, peyamêrê Servîsa Tirkî ya VOA'yê li Amedê got wekî gelek rojnamevanên herêmê akredîtasyona wî jî çênebûye.
Wî vê rewşê rexne kir û got wusa xuyaye ev biryareke giştî ye.
Birêz Bozarslan derbarê vê geşedanê de hizrê xwe ji Dengê Amerîka re anî ziman.
Your browser doesn’t support HTML5
raporet bi deng 05_28_16