Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ji bo serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (RMMK) Mihemed Sidîq Kebûdwend serbest were berdan li Amedê standa îmzeyan danî.
Di du rojan de nêzî 1000 kesî ji bo Kebûdwned îmze avêt. Îmzeyên Amedê dê biçin buroyên Partiya Demokrata Kurdistan – Îran (PDK – Î) û ew partî jî dê îmzeyên berhevkirî bişîne sazî û rêxistinên navneteweyî.
Kebûdwend di sala 2006an de ji aliyê rejîma Îranê ve bi tohmeta ‘’meşandina xebatên dijî ewlehiya Îranê’’ hat girtin. Tevî ku li qorî qanûnên Îranê cezayê wî qediyaye jî rejîmê ew serbest berneda. Li ser vê yekê Kebûdwend dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û piştî 32 rojan ji ber daxwaza malbata xwe çalakiya xwe sekinand. Li bajarên welatên Ewropayê û bajarên kurdan ji bo piştgiriya Kebûdwend çalakî tên li dar xistin.
Wezîfedarê standa îmzeyan Lezgin Yiğitel got: ‘’Vî karî PSK dimeşîne li vir lê ew ne karekî îdeolojîk e. Di du rojan de nêzî 1000 kesî hat îmze avêt. Em dixwazin bêhtir kes werin îmzeyên xwe biavêjin, ew piştgiriyeke neteweyî ye. Divê Kebûdwend serbest were berdan.’’
Your browser doesn’t support HTML5
Raport bi deng