Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li Amedê li navenda HDPê daxuyaniyek da.
Wî got derbekar ne jibo demokrasiye bînin jibo kontrola sisetma heyî ya antidemokratik bidest bixin ketin nav vê hewildanê.
Demirtaş got li hember derbkarên sivîl grupek din xwest derbeyek bike. Biser neketin lê serneketina wan nayê maneya ku demokrasi hatiye welat.
Leşkera jibo demokrasiye bînin derbeyê nekirin, xwestin rêvebiriya antîdeokratîk bikin bin konrola xwe. Lê demokrasi li meydana ye ne li dora qesra serokkomar e.
Demirtaş got ew bi her awayî ji gel bi bawerin û berxwedana demokratik mafek bingehîn e. Mafê gel heye kul i hember derbekaran derkevin meydanan.
Demirtaş weha dewam kir:
“Divê gelê me ji her tştî re xwe amade bike, her em hemî beşên civakê paşeroja xwe pêkve ava ekin, têgiştîna DAİŞê hewildana derbeyê jibo berjewendiya xwe bikar bîne. Ev nayê wê wateyê ku jiber ku derbe biser neket demokrasi hat Tirkiyê. Li paralmenê an li derveyê paralmenê emê jibo dexwazên gel tekoşînê bikin.”
Demirtaş got weke HDP li Tirkiyê ji bilî demokrasiye tu rêyî napejrîin. Rêy tekane ya ku pêşya Tirkiyê veke tekoşîna demokrasiye ye. Ez bang hêzên demokratik dikim ku bilar rabin.
Wî jibo beombekirina parlamentoyê jî got “Qesra serokkomar li dijî paralmenê derbe kiribû û parlan bê erk hatin hîştin lê dîsa jî parlamneto îrada hevpar ya gele. Heta dawiyê emê parastina îrada gel bikin.
Your browser doesn’t support HTML5
Raport bi deng