Komandariya giştî ya Artêşa Sûrî îro pênşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan di van demê dawî de bêhtirî 30 gund û bajarok li bakurê rojhilata Helebê dorpêçkirin di şerê dijî Daiş de û hêzên wan ber bi bajarê Babê diçin.
Sernivîserê berê yê malpera Welatî.net li Kobaniyê Zara Misto di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa van pêşketinan kir û got:
“Di demekê de, çekdarên Daiş mijûlin bi şerê Hêzên Sûriya Demukrat û serhildêrn opozisyonê, hikûmeta Sûrî dît ku derfeteke ew hin pêşketinan bidestxin û ber bi bajarê Babê biçin, lê pêşketinên wan sînorkirîne.“
Di derbarê rewşa Hêzên Sûriya Demukrat de ku hêzên Kurdî serkirdayetiyan wan dikin, Misto got wan pirojeke hebû ku Efrîn û Kobaniyê bigihînin hev, lê hebûna Artêşa Sûriya Azad, bi piştgiriya Tirkiyê, ev piroje têk bir.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5
Zara Misto 02_02_17