Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê Peymana Navbêra Tirkîye û Sûrîyê Dinirxîne

Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê, Dr. Abdulhekîm Beşar, di hevpeyvîna hevkarê me Robîn Reşvan de, derbarê seredana Serokê Sûrîyê Beşar Esad û şandeya ligel diaxife.

Rêzdar Beşar, her wiha li ser naveroka peymana hevkarîya stratejîk dike û dibêje edî gelê Sûrîye û Tirkîye dikanin bê vîzeya hatin çûyînê bikin. Ev gaveke pêşketî ye ku astengîyên hatin, çûyînê hatine rakirin. Ew peyman, her wiha, di warê aborî da jî başî tîne gelê me.

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan dixwaze pirsa Kurdî çareser bike û bi dîtina min, destê Amerîka di vê yekê de heye û dozê li Sûrîyê jî dike ku pirsa Kurdî çareser bike. Ez bawer im tiştên ku ortê Tirkîye û Sûrîyê çêdibin, ne bê Amerîka ne.

Gelî guhdaran, heku bixwazin guh bidine dirêjîya vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê klîk bikin.