Dr. Abdulhekîm Beşar: Divê Herkes Peymana Hewlerê Bicîh Bîne

Dr. Abdulhekîm Beşar û endamên Komîteya Dervê ya ENKS li Washingtonê ji civata Kurdî re dipeyîvin

Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê (El Partî), Dr. Abdulhekîm Beşar, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, rewşa heyî ya li herêmên Kurdan li Sûrîyê dinirxîne.

Birêz Beşar dibêje, birastî rizgarkirina Kurdistana Sûrîyê ji destê rejîmê tuneye. Rejîma Esed kontrola bajarên Kurdan ji PYD’ê re hêlaye û kengê dilê Şamê bixwaze dikare van bajarana kontrol bike.

Dr. Abdulhekîm Beşar bi rêya Dengê Amerîka bang li hemî alîyan dike ku “Peymana Hewlerê” bê şert û merc bicîh bînin.

Birêz Beşar dibêje, “di serî de em, wekî Partîya Demokrata Kurdî amade ne ku ev peyman were serî. Divê em bi hevre bixebitin û doza gelê xwe biparêzin”.