Afrasyab Şekofteh: Îran Dixwaze Problemên Navxweyî Veşere

Serokê Sûrî Beşar Esed û Saîd Celîlî

Îran li van rojên dawî hewilên xwe zêde dike ku gêrbûna rejîma Beşar Esed rawestîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Alî Ekber Salihî serdana Tirkîyê kir û bi hevtayê xwe yê Tirk Ahmet Davutoglu re kom bû.

Di hevdîtinê de Salihî jî Ahmet Davutoglu re got ku eger Sûrîye bikeve, dora Tirkîyê jî were ku ew daxuyanî bû sedema nerazîbûna karbidestên Tirk.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Serokê Sazimana Xelkê Kurmanc ya Bakurê Xorasanê Dr. Afrasyab Şekofteh li ser helwesta Tehranê ya ser kêşeya Sûrîyê şîroveyan dike.

Birêz Şekofteh dibêje, Îran dixwaze problemên xwe yên navxweyî veşere, loma jî piştgirî dide rejîma Beşar Esed ya sîtemkar.

Afrasyab Şekofteh her wiha dibêje, daxuyanîyên karbidestên Îranî ne rast in ku 48 Îranîyên girtî seba zîyareteke dînî çûbin Sûrîyê.

Kerem kin guh bidine vê hevpeyvîna ligel birêz Şekofteh bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Afrasyab_Şekofteh